Partiya Çepên Kesk soza nûnertiya wekhev bi cih anî: 31 wekîl jin in
Partiya Çepên Kesk soza xwe ya nûnertiya wekhev bi cih anî. Partiyê 31 jin kir parlamenter û şand meclîsê.
Partiya Çepên Kesk soza xwe ya nûnertiya wekhev bi cih anî. Partiyê 31 jin kir parlamenter û şand meclîsê.
Li gorî encamên nefermî, Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de ji sedî 9.33 ê dengan wergirt û soza xwe ya ji bo nûnertiya wekhev bi cih anî.
Partiya Çepên Kesk di nûnertiya wekhev de gihîşt ji sedî 49'an û 31 jin kir parlamenter û şand meclîsê. Partiya Çepên Kesk li 23 bajaran 63 wekîl bi dest xist.
Namzetên jin ên hatin hilbijartin bi vî rengî ne:
Edene: Tulay Hatimogûllari Orûç
Erzirom: Meral Daniş Beştaş
Dîlok: Sevda Karaca Demîr
Colemêrg: Oznûr Bartin
Stenbol: Kezban Konûkçû, Ozgul Sakî, Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Çîçek Otlû
Îzmîr: Bûrcûgul Çûbûk
Qers: Gulistan Kiliç Koçyîgît
Mêrdîn: Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş Altin
Mêrsîn: Perîhan Koca
Mûş: Sumeyye Boz
Sêrt: Sabahat Erdogan Saritaş
Riha: Dîlan Kunt Ayan, Aliye Kizildamar
Şirnex: Newroz Ûysal, Ayşegul Dogan
Dêrsim: Ayten Kordu
Wan: Pervîn Bûldan, Gulderen Varli, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît
Agirî: Nejla Demîr
Êlih: Zeynep Oduncu, Nurten Ertugrul
Bedlîs: Semra Çaglar Gokalp
Amed: Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk Ozen, Ceylan Akça Cupolo.